Arşîva Hemû bernameyan binêre

Kompîtergerî


Nivîsbariya Kurdî di Kîjan
Radeyê de ye?

Gelo kompîtergeriya kurdî çiqas pêşve çûye?

Bersiva van pirsan pir girîng e.

Kompîtergeriya Bakurê Kurdistanê piştî sala 2001an zêdetirîn pêşket.
Piştî bîryara KCD (Kongreya Civaka Demokratîk) û PADê (BDP) (Partiya Aşitî û Demokrasiyê) hewldanên ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek berfireh bû.

Peymana KCD û PADê:

·        Zêdebûn û pêşketina weşanan(malper, kovar, rojname, radyo, pirtûk, album) bi taybetî televizyonan vebûna 2-3 televizyonên wek Kurd1, Trt6
·        Hewldanên şexsî (axaftina zimanê Kurdî di jiyana rojane de, hişyar kirina derdorê)
·        Pêk anîna kampanyayên wek axaftinê, xwedî derketinê,
·        Zêdekirina çalakiyên çandî wek festîval, konser, panel
·        Zêde kirina qursan
·        Pêşxistina kompîtergeriya Kurdî, bernameyên bi Kurdî, sîstemên bi Kurdî taybetî ên ragihandinê
·        Bidest xisitna mafê perwerdeyê
·        Ji bo berfirehtir kirina hîn kirina zimanê Kurdîgihandina mamosteyên zimanê Kurdî
·        Di hemû rexistin û kadoryên Kurdan de bikaranîna zimanê Kurdî.
·        Li Amedê avakirina akademiya zimên
·        Ji bo bikaranîna zimanê Kurdî ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî li dar xistina kmpanyayên mezin, bibandor û berfireh

Me û hevalên me yên din jî piştî wê peymanê zêdetirîn hewldanên xwe bêhtir kir. Wergerendina Bernamên kurdî ên Kompîterê jî me rahişt ser milê xwe.
  
  Berî wan hewldanan divê kurd bêyî alternatîf nebe. Niha jî kurd bêyî çare nînin lê ew têrê nake. Wergerendina nivîsbarên azad wekî Ubuntu û Mozilla Firefox ji bo kurdan warê kompîtergeriyê de gelek başe. Lê têrê nake, gelek kurd bernamên bi zimanên xwe bikar nayne. Xeynî kurdî zimanên berhevkirî di axivin. Wekî zimanê berhevkirî Tirkî.
Ji bilî wan pêngavên girîng xebatên gelek xweş henin warê kompîtergeriya kurdî de.  Google bi zimanê kurdî (soranî) heye û li gor bakur, Başûr warê kompîtergeriyê û zanistê de me zêdetir pêşketine. Ziman ne bi tenê nava mal û derdorê axaftine. Ziman encax warê zanist, teknolojî, tenduristî, û zanyariyê hwd. de bê axaftin ziman dibe zimanekî navneteweyî. Îro divê mirov xwe bi xwe bi fikire û ji xwe re bibêje;
“ka min îro ji bo niştîmana xwe çi kir” Divê mirov ne bi tenê berjewendiyên xwe bifikre, berjewendiyên çand û kevneşopiya netewa xwe jî bifikre. Encax kurdên me bi tîfaqê dikarin serdestiyê werbigirin. Gotina van şîretan ne hedê min in, lê divê mirov hev rexne jî bike. Ez bawerim ku gelek kurdên dilxaz henin ku kurdewariyê pêşbixin lê heval û hogir nabînin. Me jî fikirî û wê bîryarî da komekî ava bikin û xebatan li ser warê zanistê bikin û wanan bidin nasîn.
Çi destê me bê em ê bêguman bikin û ti demê jî li dijî doza kurdan nayên. Wekî Pêxemberê me (s.x.l) gotî; “Yên ji we herî bi xêr, mûmînan pêş û hînî tiştên nû di ye” 

Ew bernamên ku li jêr cih digire hemû bi temamî kurdî nin. Ew nivîsar wê yekî nîşan dide ku kurd bêçare nîne.


                                                                                    


Mebest avakirina komekê nû ye, were tu jî beşdar bibe!


Em encax dikarin bi hev re zêncîra pişaftinê bişkînin.

Em dilxwazên xebatê wergerandinê ne û em dixwazin wê riyê bi tenê serê xwe ne meşin.

Emê di nava demekî kin de ji bo kompîtergerî, zanist û teknolojiya kurdî wê malperê ji nû ve ava bikin. Û xebatên me û kurdên dilxazan bi awayekî berfireh bidin nasîn.




Heta ku te ne şkînand kevneperestiyê, tu ti caran nabînî serdesti yê.

Wê kompîtergeriya kurdî bi rengekî din bê şîrove kirin û amaje kirin.

Lê bendê bin wê gelek guherîn çê bibe....
Înformatîk bi Kurdî xweşe



No comments:

Post a Comment