Arşîva Hemû bernameyan binêre

Friday, May 27, 2011

Format Factory bi Kurdî ye.

Format Factory ji aliyê wergêrê bernameyan simurg56 ve hat kurdîkirin.

Bernameya Format Factory weke ku ji navê wê jê tê fêhmkirin, bernameya ji bo guhertina formata pelan e.
Mînak ya vîdyoyan, dengan an jî wêneyan...
Bername bi temamî bê pere ye. Lê mixabin tenê ji bo windowsê ye.
Lê dîsa jî mirov dikare bi alîkariya wine li ser linuxê jî bi kar bîne.


Taybetiyên Format Factory;
-Dikare van formatên vidyoyan biguherîne; mp4, 3gp, avi, mpg, wmv, flv, swf, 3gp, mp4, iphone mp4, ipod mp4, psp mp4, blackberry mp4, zune mp4, iriver h300 avi, meizu miniplayer avi

-Dikare van formatên dengan biguherîne; mp3, wma, aac, mmf, amr, m4a, ogg, mp2, wav

-Dikare van formatên wêneyan biguherîne; jpg, png, ico, bmp, gif, tif, pcx, tga

-Tamîra pelên xerabûyî yên deng û vîdyoyan

-Ripkirina DVDyan

-Kêmkirina mezinahiya pelên multimedia

-Piştgiriya 47 zimanan

-Ripkirina CDyên Mûzîkê

Format Factory bi Fermî kurdî ye.

Daxin û saz bikin.


No comments:

Post a Comment