Monday, June 6, 2011
vBulletin jî bi kurdî ye..!
vBulletin jî bi kurdî ye..!
Piştî kedek dijwar nêzikî heftiyek wergêrekê hêja ji hêla Sîmurg ve di dawiyê de wergera beşên vBulletin ên pêwist wergeriya Bi Kurdî. Wekî hûn dizanin vBulletin sazkera foruman e û di dinyayê de her kes jî ji bawer e ku herî zêde tê bikaranîn û wisa xuya ye ku di nav kurdên me de jî herî zêde tê bikaranîn. Sedema wergera wê jî jixwe ev îstatîk bû.
Dermafê wergerê de;
Werger ji pela zimên a ji bo tirkî, bi rêberiya ravekirinên îngîlîzî hat kirin. Zimanê bernameyê bi giştî nêzikî 7.500 rêzik bû lê ji van rêzikan gelek jî ji bo bikarhêner an jî rêvebireke forumê ne gelek pêwist bûn. Ji ber vê yekê wergêrê hêja zêdetir hewl da ku ez beşên pêwist wergerand. Ji ber ku wergerandinek %100 dem, sebir û hêzek mezin dixwaze. Di encamê de em dikarin bêjin ku wergêr nêzikî 4.000 rêzikan wergerandiye. Lê bi ev qas wergera beşên krîtîk, bikarhênerek dikare forumê bi kurdî bi kar bîne û bi rê ve bibe. Ji ber ku rêzikên ku bikarhênerek dikare bibîne hatin wergerandin. Her wiha ji bo rêvebirên forumê jî panela rêvebiriyê hat wergerandin. Em dikarin bêjin ku zêdetir beşên wekî "alîkarî" û "peyamên çewtiyan" wernegerandî man.
Hûn dikarin pakêta kurdiya wê ji malpera me de daxin û pirsên xwe yên derbarê mijarê de li wir bipirsin.
Ji gelê Kurdistanê re gelê pîroz be...
BALDARÎ: Wergera ku tê daxistin pela zimanê kurdî ye.
Daxin û bixin foruma xwe de.
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment