Arşîva Hemû bernameyan binêre

Wednesday, August 3, 2011

DÎROKA HACKER’IYÊ Û HACKER’ÊN NAVDAR





     DÎROKA
HACKER’IYÊ  Û HACKER’ÊN NAVDAR
          
           Hacker'î
çawa dest pê kir ?
      
                    HACKERÊN TELEFONAN….


    Sal:1878

        Şirketeke telefonê
hebû,navê vê şirketê Bell Telephone bû. Du ciwanên jêhatî diketin

xetên telefonan û pê bêpere,beleş xeber didan.. Xelk ji vî
karî re Hackkirin got,em dikarin

bibêjin ku dîroka Hacker'iyê wisa dest pê kiriye.
   
        Wê demê ev
karê Hackeriyê wek sûcekî nedihat dîtin,tiştekî zarokane dihat hesibandin.
  
 Lê dîsa jî şirketên
telefonan bi giştî karkerên jin didan xebitandin ku qazancên wan nekeve û

kêm nebe.Ji ber ku hê Hackireke jin tunebû.
  

 DENGÊ
KOMPÎTURÊ…..

        Niha em werin
sala 1960'ê ji ber ku kompîtur hatiye îcadkirin û ketiye jiyana
  
   zanîngeh û
ciwanan,ciwan vê dahênana (îcad)  rojane
meraq dikin û dixwazin pê mijûl
  
   bibin.Lê kompîturên
vê demê ewqas mezin in ku bi tenê di saziyên fermî û zanîngehan de
  
   hene.Mînak
kompîtura ewil li gor gotinan ji tonekî zêdetir e.Ji ber vê jî ji bo
  
   kompîturên berê
dînazor dihatin gotin.Ev dînazoran di hundirê odeyên mezin de bi saya
  
   germahiyê dihatin
xebitandin.
  
      Li Amerîkayê di
zanîngeha MIT'de (Massachusetts Institute of Technology)  hin
     
  xwandekar û asîstan
ji bo bikaranîneke hêsantir rêbazek dîtin.Jê re berê Kurterê gotin
 
  paşê jî navê wê
kirin Hack. Bi vî awayî kompîtur kirariyên pêwîst leztir û zûtir dikir.
 
  Di wan salan de,
Dennis Ritchie û Ken Thompson pergala xebata UNIX'ê çêdikin.Pergala
 
  UNIX'ê ji kurterêyan
pêk dihat.
    

            GILGIL Û
FÎQ…..

  Sal:1971

     John Draper kêşf
kir ku promosyonên Cap’n’Crunch (xwarina gilgilê ye) 
    
 2600 mhz deng derdixe
ku ev promosyon bi tenê fîqekê bû.John bi fîqê li ser awîzeya

 telefonê pif dikir û
heta sibê beleş  xeber dida.Draper vê
rêbazê di demeke kurt de hînî

 herkesî dike.
  
 Polês John Drapper
digire û jê dipirse ''Te çima vî karî kir'' Drapper li polês
   
 dinêre û dibêje ku
''Min malê xelkê da xelkê''.
   
 

      PERGALA TEXTEYA
PEYAMAN….

      Sal:
1978

      Randy Seuss û Ward Christiansen ji bo
ragihandin û têkiliyê pergalekê çêdikin.
 
 Navê vê pergalê
dikin  Pergala Texteyê Peyaman (Bulletin
Board System ). Êdî Hacker'in

navdar an jî nûgihîştî
hev nas dikirin û bi hev re dixebitiyan.Ev pergal hê jî  di roja me de ji

aliyê Hacker'an ve tê xebitandin.


                 
KOMPÎTURA ŞEXSÎ…
.

   Sal:1981

      Fîrmaya IBM  kompîtureke şexsî çêdike û dide nasandin.Ev
pêngaveke pir
  
 mezin bû  û  ‘’
bi  şoreşa teknîkî ’’ dihate
binavkirin.Êdî perê te hebûya te dikaribû
  
 kompîturek bikira û
bi kar bianiya.IBM vê salê pereyên pir mezin qazanc dike.

    Rêveberê IBM'ê wiha digot  ''Ev hê lêlê ye em ê lolo jî bibînin.''

 Dengê înternetê jî êdî
hêdî hêdî dihat.Tora leşkerî ARPANET wê veguheriya bibûya

 înternet.Destên
şîrketan dixuriya wekî gurên birçî xwe avêtin ser înternetê.


            FÎLMÊ WAR
GAMES…..

     Sal:1983

      Hollywood dibîne
ku Hackerî di nava ciwanan de pir popûler e fîlmekî dikişîne. Navê

fîlm War Games (Lîstikên Şer) bû.Fîlm rekoreke mezin şikand
û pir hat temaşekirin.Çêkerê vî

fîlmî ewqas pere qazanc kir ku li gotarekê  wiha digot:’’Me bawer nedikir ku em ê ewqas

pere qazanc bikin.’’

     Lê rewşa herkesî  ne weke sektora fîlmçêkeran bû.
  
     Rêveberê wê çaxê yê fîrmaya FORD'ê  bi qehran daxuyaniyek dide rojnameya Times'ê

dibêje  ku  ''ev eşqa kompîturê karên me kuşt êdî kes
erebe nakire.''
        

        KOMA HACKERAN-LEJYONA QIYAMETÊ…..


      Sal:1984

   Vê salê komeke
Hackirî tê avakirin.Kom ji aliyê Lex Luthor ve tê
    
 damezrandin.Navê komê
dike Lejyona Qiyametê (Legion Of Doom).Ev rêxistin ji bo       

 Hackeran pêngaveke
mezin bû.Êdî  dema çalakî û xebatên hevpar
û rêxistinî hatibû.

 Ev koma Sîberî-online
di dema xwe de pir navdar e.Hackerên herî baş di vê rêxistinê de kom

 dibin ev jî hikûmeta Amerîkayê
dixe tirsekî.


           ŞERÊ NAVXWEYÎ…. 


     Piştî salekê  di nava Lejyona Qiyametê  de şerekî navxweyî derdikeve. Phiber Optik  bi

hevalê
xwe  Erik Bloodaxe ve şer dike û ji komê
tê avêtin.Ev bûyer Lejyona Qiyametê parçe dike

Phiber
Optik  komeke nû ava dike û navê komê jî
dike Masters Of Deception (MOD).

  Koma MOD xetên telefonan kilîd
dikin,xeberdanên hin kesan guhdarî û qeyd dikin,agahiyên şexsî

didizin.FBI,
Phiber Optik  û 4 hevalên wî  digire û dixe girtîgehê.


           ZAGONÊN DIJWAR…..

    Sal:1985

   Dewleta Amerîkayê   ji bo
astengkirina bûyerên Hackeriyê zagonên cur bi cur derdixe.

Kongre
hefteyek li ser qanûnên nû dixebite.Êdî Hackerî tişteke zarokane nedihat dîtin.Yasayên
pir

dijwar
hatin derxistin.


      VÎRÛSA MORRIS….


    Sal:1988

      Robert Morris bi kurmikên
înternetê (Internet worm)  6000 kompîtur
hildiweşîne,dawiyê 10 hezar

dolar
cezayê pere dide û bi saetan jî  di xizmeta
civakî  de dixebite.

   Kevin Mitnick dikeve tora şirketa  Digital Equipment Company’ê hemû agahiyên şirketê

tevlihev
dike û tê girtin ji ber vê salekê di
girtîgehê  de dimîne.

   Kevin Poulsen dikeve xetên telefonan piştî
17 meh şûn de ji aliyê FBI’yê ve  tê
girtin.


         KGB Û ALMANAN…..

Sal:1989

    Hackerên ku girêdayî komeleya Chaos
Computer in dikevin pergalên saziyên fermî yên Amerîkayê

kod
û agahiyên saziyan bi dest dixin û difiroşin KGB’yê.Êdî Hackerî bibû amûreke
sîxuriyê.

  Ev bûyer ji bo operasyona Credux’ê bû
bingehek.Dewleta Amerîkayê derdiket nêçîra Hackeran…


           OPERASYONA CREDUX’Ê…..

  Sal:1990

  Hikûmeta Amerîkayê ji bo girtina hemû
Hackeran operasyona Credux’ê pêk tîne.Operasyon li  14

bajêr  pêk tê.Pir Hacker tên girtin.Lê ev operasyon
dîsa jî encameke teqez nayne.Hackerî mîna

nexweşiyekê
di nava ciwanan de belav bibû.

   Sal:1994
    
        Vladimir Levin ji bo Mafyaya
Rûsan  dixebite û ji kompîturên
Citibank’ê 10 milyon dolar didize.

Levin piştî salekê di balafirgeha Heatrow’ê de tê girtin.

   Sal:1995

        Kevin Mitnick dîsa tê hepskirin ji ber
ku 20 hezar heb kartên krêdiyê diziye.Dadgeh cara ewil

Hackerekî
bi kefaletê serbest bernade,Kevin bi salan di hundirê hepsê de dimîne.


   BACK ORIFICE Û TROJAN….

   Sal:1988

      Back Orifice ji bo Hackkirinê bernameyek
çêdike û di konferansa The Cult of Death Cow

(DefCon)
de dide nasandin.Navê bername Trojan e.Trojan wekî sîxurekî diket  pergala  kompîturê û

diziyê
dikir .Ji wê salê heta roja me ev bername ji aliyê Hackeran ve tê bikaranîn.

  Bername cara ewil ji aliyê Ehud Tenebuaum ve
tê ceribandin.Ehud dikeve pergalên Pentagonê û

kodên
leşkerî didize.Ehud bi salan di girtîgehê de dimîne.


   VÎRÛSA MELISSAYÊ….

    Sal:1999

  David Smith vîrûsekê çêdike û navê evîndara
xwe dide bernameyê.Bi vîrûsa Melissayê dikeve

pergalên
300 şirketê û hemû agahiyên  wan bi dest
dixe û  jê dibe.300 şîrket 400 milyon
dolar zerar

dikin.Piştî
vê bûyerê Microsoft ji bo astengkirina êrîşan bernameyên parastinê çêdike.


     VÎRÛSA EŞQÊ

    Sal:2000

          Hackeran bi vîrûsa eşqê   pergalên
malperên  eBay,Yahoo û Amazon hildiweşînin.Kodên

 bernameyên Windows û Officê ji Microsoftê
didizin.


       CUREYÊN HACKERAN……

    Li gor pisporan 5 cure Hacker hene:

1-Hackerên
Dibistanî:Hackerên dibistanî pergala înternetê analîz dikin û hînî naveroka wê
dibin.

Di
kirinên wan de tucarî zerardayîn tune.Armanca wan zêdetir zanistî ye.

2-Hackerên
Jêhatî:Hackerên jêhatî zerar didin pergal û malperan.Ew bi hilweşandinê xwe
îfade dikin.

Li
dij hin tiştan hêrs û nefretên xwe wisa derdixin holê,bi giştî ciwanên
nûgihîştî ne….

3-Hackerên
Profesyonel:Hackerên profesyonel Hackkirinê bi tenê ji bo pere dikin.Dikevin

pergalên
sazî û şirketan agahiyên wan didizin û difiroşin hin kesan.

4-Nivîskarên
Vîrûsan:Nivîskarên vîrûsan bi kodan vîrûsan çêdikin û wan belav dikin
înternetê.

5-Hackerên
Sîyasî:Hackerên sîyasî  bi armanc û
hedefên sîyasî tevdigerin.Li gor fikr û ramanên xwe

çalakiyan
pêk tînin.


    HACKERAN JI BO ÇALAKIYÊN XWE KÎJAN BERNAMEYAN
BI KAR TÎNIN….


      Hackeran
bernameyên Trojan (RAT=Remote Access Tools)  bi kar tînin.Em dikarin bibêjin ku

 nêzîkî 300 cureyên wan hene.

    Ji bo xebitandina Trojanê sê parçe lazim e:Server,Client
û Editor.Ev sê parçe saziya Trojanê pêk

tîne.Parçeya
Server  deriyên pergalê vedike,parçeya
Client bingeha çalakiyê sererast dike ,parçeya

Editor
çalakiyê pêk tîne.Îro di roja me de Hackeran zêdetirîn Trojanên Bladerunner, Deepthroat,

Girlfriend, Schoolbus, Netbus, Subseven,
Striker, Doly, Wincrasher, Voodoo û Netsphere

bi kar tînin.
     
      HIN HACKERÊN NAVDAR…..


-Adam Beberg:Projeya Cosm’ê çêkiriye

-Dennis Ritchie &Ken Thompson:Pergala
UNIX’ê ava kirine.

-Dmitry Sklyarov:Taybetiyên
şîfrekirina PDF’yê dîtiye.

-Douglas Engelbart:Bernameya  Remailerê nivîsandiye û pergala NLS’yê
çêkiriye.

-Ian Murphy /Captain Zap:Ketiye
pergalên telefonan û beleş xeber daye.

-Johan Helsingus:Bernameya Remailerên
Anonîm nivîsandiye.

-Kevin David Mitnick:Di cîhanê de
çiqas pergal hene ketiye hundirê wan.

-Kevin
Poulsen:Ketiye tora sazî û şirketan.

-Mark
Abene (Phiber Optik):Prensîbên xebitandina telefonan keşf dike.

-Richard
Stallman:Bi bernameyên taybet êrîş kiriye kompîturan.

-Timothy
Lloyf:Pergalên şirketan hilweşandiye.

-Vladimer
Lenin:Ji banqeyan agahiyên taybet diziye.

-Iskorpitx:Hackerekî
nîjadperest  û Tirk e.Malper û pergalên
çepgir û Kurdan hilweşandiye.Ji sala

2003
û heta roja me nêzîkî 30 hezar malper hilweşandiye.Çi ecêb e ku Iskorpitx hê jî
nehatiye

girtin!!!!!
Gelo çima!!!!Li gor  pisporên Ewrûpayî
Iskorpitx komekê ye…

   Li gor
lêkolînekê di dinyayê de Hackerên herî çalak Tirk in.Her sal bi hezaran malper
û

pergal
hildiweşînin.Hackerên Tirk pirtirîn Trojanên Subseven û Netbus bi kar tînin.


        DAWÎ Û ENCAM

     Hin
kes Hackeran qehremanên romantîk
lê hin kes jî wan sextekar û bênamûs dibînin.

  Ji îcadkirina telefon û kompîturan  heta roja me pir Hacker derketin û pir bûyerên
Hackerî  hatin

  jiyîn.Carinan Hackerî bi rûyê sextekariyê
carinan jî bi rûyê sîyasî derketiye pêşberî me. Lê divê em ji

 bîr nekin ku
Hacker û Hackerî rastiyeke roja me ye.Ew ê herdem hebe……..


          Em ê bi gotineke  Aldous Huxley
nivîsa xwe biqedînin.
   
     ‘’Hacker bi armancekê tevdigere  hem romantîk e hem zalim e’

            Hacker  dikare bibe şoreşgerekî an jî belengazekî’’


 Nivîs

   





Follow Bernamegeh on Twitter

No comments:

Post a Comment