Phun; Listikek nû li kurdî hat wergerandin.

Di lîstokê de zagonên fîzîkê hatine parastin lê hûn dikarin van zagonan jî biguherînin. Lîstik bi rastî gelek şêrîn e.
Ez bawer im hûn ê hemû jî jê hez bikin. Phun dikare him li ser windowsê him jî li ser linux û mac'ê were lîstin.
Min wergerê ji malpera wê ya fermî re şand. Heta ku weke fermî bi kurdî jî hat weşandin, hûn dikarin bi rêbaza li jêr lîstikê bi kurdî bilîzin.
Me niha ji bo linuxê pakêtek amade kir û li beşa daxistinê ya malpera me bar kir.
SAZKIRIN
Ji bo Ubuntu/Linuxê;
-Ji beşa daxistinê ya melpera me lîstikê daxin û ji .zip'ê derxin.
-Piştî ku we derxist, di termînalê de herin peldanka lîstikê û ji bo destpêkirina lîstinê û vê fermanê "./phun" bidin. (Sazkirin ne pêwist e.)
-Dema listîk vebû û hûn dikarin ji menûya lîstikê ala kurdistanê an jî kurdish hilbijêrin.
Jêrenot; ger bername nexebite, di peldanka ku we daxistibû de pelek bi navê "libpng3_1.2.27-2ubuntu2_all.deb" heye. Vê paketê saz bikin, wê wê demê bixebite.
Ji bo Windowsê;
-Bikarhênerên windowsê dikarin ji malpera wê ya fermî lîstikê daxin û saz bikin.
-Piştî ku we saz kir ji beşa me ya daxistinê pela zimên daxin û bavêjin vê peldankê:
C:/Program Files/Algodoo Phun Edition/data/language
-Niha hûn dikarin ji menûya listikê ala kurdistanê an jî kurdish hilbijêrin.
Hûn dikarin vîdyo û wêneyên wê yên danasînê li vir bibînin;
http://www.phunland.com/wiki/Media#Some_screenshots
Ji bo pirsên xwe hûn dikarin foruma me bi kar bînin.
http://www.wergerine.com/index.php?
option=com_wrapper&view=wrapper&Itemid=9
Malpera Fermî;
http://www.phunland.com/wiki/Home
No comments:
Post a Comment