Arşîva Hemû bernameyan binêre

Tuesday, May 17, 2011


Weke hûn dizanin me beriya salekê fîlan bernameya bi navê Songbird wergerandibû kurdî. Songbirdê guhertoya nû (versiyona nû) derxist. Tabî bi guhertoya nû hinek taybetiyên nû jî lê zêde bûn. Weke mînak;

-Êdî mirov dikare stranên xwe yên li ser iphone’a xwe jî bi songbirdê senkronîze bike (mîna di itunes’ê de), jiwxe ji berê de piştgirî dida mp3 playerên din jî.

-Songbird êdî dikare dema we CDya xwe ya mûzîkê xist CD-ROMê de, stranên we wergerîne mp3′ê û ji CDyê derbasî komputera we bike.

Weke berê dîsa hûn dikarin bi songbirdê him li mûzîkê guhdar bikin him jî di înternetê de bigerin. Yanî ev herdu taybetî di songbirdê de di heman demê de dikarin werin kirin. Û weke din: dema hûn li stranekê guhdar bikin songbird jixweber diçe ji înternetê gotinên stranê û wêneya albûmê tîne û di ekrana we de nîşan dide. Gotinên stranan li kêleka rastê, berga albûmê jî li aliyê çepê li jêr xuya dike. Tabî hûn dikarin cihên wan biguherînin. Bi alîkariya pêvekên (addons) dîtir hûn dikarin hinek taybetiyên din jî li songbirdê zêde bikin.

Ji bîr nekin songbird bi kurdî ye jî û him li ser windowsê him jî li ser linuxê dikare were sazkirin. Ger komputera we hebe teqez vê bernameya kurdî û belaş bi kar bînin.




Windows


  • Windows XP SP3, Windows Vista, Windows 7
  • 1.5 GHz Pentium 4 or comparable
  • At least 512 MB of physical RAM
  • At least 150 MB of available space on your hard drive
  • Speakers or headphones
Windows XP/Vista 13.9 MB



  • Mac OS X 10.5 or later
  • Macintosh computer with an Intel x86 processor
  • At least 512 MB of physical RAM
  • At least 100 MB of available space on your hard drive
  • Speakers or headphones
Mac OS X Intel 22.1 MB





No comments:

Post a Comment